TotalEnergies ji Komara Afrîka Basûr, îzna lêgerîna petrol û xazê sitend

20 April 2023 23:51 0 dîtin
TotalEnergies ji Komara Afrîka Basûr, îzna lêgerîna petrol û xazê sitend

PeyamaKurd – Şîrketa Fransayê ya bi navê TotalEnergies, ji bo peravên başûrê Komara Afrîkayê ya Başûr, lêgerîn petrol û xazê bike îznê (rûxset) sitend. Li gor ragihandina ajansa News24ê; wezareta Çavkaniyên Madenê û Enerjiyê rûxsetê daye TotolaEnergiesê da li ser şerîda peravê welat ya di navbera Cape Town ê Pozê Agulhasê de, di sehayekî bi mezinahiya 10 hezar km2 de li hîdrokarbonê bigere.

Li gor rûxsetê; wê xebatên lêgerîna TotalEnergiesê bi 5 bîrên keşfê sînordar be. Lêgerîn, wê di dawiya çaryeka sala îsal debe û xebata ji bo her bîrê wê 3-4 meh dewam bike. Tevî wezxaretê îznê daye Totalê jî, di nav 20 rojan de wezareta daristanê û hawirdoriyê dikare îtîrazê bike.

Dadgeha Afrîka Başûr sala borî îzna şîrketa petrolê ya Shellê ji bo heman sehayê betal kiribû.