Trêna barhilgir li taxa Fabrîka Diyarbekirê li jinekî xist

10 January 2023 00:52 0 dîtin
Trêna barhilgir li taxa Fabrîka Diyarbekirê li jinekî xist

PeyamaKurd – Îro ber destê êvarê trêna barhilgir li Diyarbekirê li navça Peyasê li taxa Fabrîkê di buhira hemzemînê de li jinekî 39 salî ya bi navê T.Y. xist. Ajotvanê trênê li ser bûyerê agahî da polîs. Tîmên polîsan, tenduristiyê û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û tesbît bû ku T.Y. wefat kiriye.

Piştî xebata polîs cesedê T.Y. ji bo otopsiyê birin Tiba Edlî. Polîs, li ser bûyerê lêkolînê da destpêkirin.