Trump beriya bidawîbûna serokatiya xwe biryara efûyê bo 73 kesan derxist
PeyamaKurd – Donald Trump, beriya bidawîbûna dema serokatiya xwe, derbarê 73 kesan de biryara efûyê derxist.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî: “Donald J. Trump, biryara efûyê bo 73 kesan derxist, tevî biryara kêmkirina hukmê 70 kesên din.”
Herwiha, kesên ku ber efûyê ketine yek ji wan jî muhendisê Amerîkayê yê Googlê yê berê Anthony Levandowskî ye.
Levandowskî, bi 18 meh cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin û herwiha 756 hezar û 499 dolar jî cezayê pare jê re hatibû dayîn.
Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Steve Bannon jî di lîsteya efûyê de cih girt, ku derbarê wî de jî lêpirsîna karên ne di rê de hebû.
Herwiha derbarê hunermenedên rapê Lil Wayne û Kodak Black de jî, ji ber zagona çek bi cih neanîbûn û di karên ne di rê de kiribûn jî di lîsteyê de cih girtine .
Serokşaredarê berê yê Detroitê Kwame Kilpatrick, cezayê 28 sal girtîgehê xwaribû û ji bo wan jî Trump biryara lêborînê derxist.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin