Trump bersiva Macron a ‘Mirina Mêjiyê NATOyê’ da: Bêrêzî û sivikatî ye

03 December 2019 17:37 0 dîtin
Trump bersiva Macron a ‘Mirina Mêjiyê NATOyê’ da: Bêrêzî û sivikatî ye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku NATO bi tundî rexne kiribû û gotibû, ‘Êdî mirina mêjî ya NATOyê pêk hatiye’.

Trump îro di çarçoveya civîna NATOyê de, li Londonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re hevdîtinek pêk anî û daxuyanî dan. 

Trump daxuyaniyên Macron wekî ‘sivikatî û gotinên nexweş’ şîrove kir û diyar kir, “Fransa welatê ku herî zêde pêwîstiya wê bi NATOyê heye ye. Welatê ku herî kêm ji NATOyê sûde distîne jî Amerîka ye.”

Li ser ‘pêkhatina mirina mêjî ya NATOyê’ jî Trump got, “Gotina mirina mêjî ya NATOyê pêk hatiye bêrêzî û sivikatiyeke mezin e.”