Trump biryara kongresê ya derbarê rewsa awarte da red kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump biryara kongresê ya derbarê astengkirina rewşa awarte da red kir.
Kongresê, bi piştgirîya hin endamên komarîyan biryareke li dijî rewşa awarte dabû. Trump li Qesira Sipî da zanîn ku Kongres di biryarên xwe de azad e û ew jî wek erk dikare biryarê red bike.
Trumpî dîyar kir ku ew ê li ser sozên xwe yên dema kampanyayên hilbijartinê bisekine û planên xwe bi cih bîne. Trump ji bo bidestxistina budçeya avakirina dîwarê li Meksîkoyê, di meha sibatê da rewşa awarte ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin