Trump: Bîstek berê bi Erdogan re axivîm, dibêje tevî agirbestê jî êrîsê me dikin
PeyamaKurd – Serokê Amerîka Donald Trump îro êvarê li ser twitterê ragihand ku ew bîstek berê bi Erdogan re axivîye û jê re gotiye, ji aliyê Sûriyê ve 'ango Kurd' tevî agirbestê jî êrîşên topên hawinê û sekvanan dikin.
Trump dibêje, “Erdogan agirbestê û xebatên rawestandinê pir dixwaze. Di heman demê de Kurd jî çareseriyeke nihayî dixwazin. Pir xirab e ku bi salan ev nehatiye kirin.”
Trump herwiha di berdewamê de diyar dike ku girtiyên DAIŞê hem ji aliyê Tirkan ve hem jî aliyê Kurdan ducarî têne parastin û Amerîkayê jî petrola herêmê xistiye bin ewlehiyê.
Li gorî Trump piştî operasyona Tirkiyê êdî Ewropa jî daxwazkar bûye ji bo wergirtina DAIŞîyên hemwelatiyên xwe û dibêje, pêşketineke baş derketiye holê.
Ev daxuyaniya Trump rastî bertekên Kurdan û raya giştî ya cîhanê tên ku êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê hê jî berdewam dikin û dîmenên kuştin û birîndarkirina sivîlan belav dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin