Trump bo kontrolurên trafîka hewayî got: Yekser dagerin ser karê xwe
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser girtina hukumeta Amerîkayê bang li kontrolurên trafîka hewayî kir û xwest ku yekser dagerin ser karên xwe.
Trump got eger kesên danegerin, wê ji mehaneyên wan pere bibire û xebatkarên ku karên xwe dewam bikin, wê 10 hezar bonus bide wan. Trump ragihadina xwe di ser hesabê xwe yê Truth Social de kir. Trump got:
“Pêwiste temamê xebatkarên trafîka hewayî dagerin ser karên xwe. Yên danegerin, wê ji mehaneyên wan perekî zêde bibirin. Di çaxa girtina hukumetê de kesên îznê nestendine ji bo wan wê teklîfa 10 hezar bonusê bike da bidin wan. Tevî dizanin wê di demekî kurt de mehaneyên wan bidin jî, ew kesên ku tenê ji halê xwe giliyan dikin û ti karekî dinê nakin, ji wan razî nînim.
Herî kêm di çavê min de wê li sîcîla wan bi neyênî bê nivîsandin. Eger hun dixwazin ji ser kar veqetin, hema veqetin û bê tazminat bistînin hun dikarin vêya bikin. Wê ciyên we bi yên herî baş û ku dikarin teknolojiya nû bikarbînin wê tije bibe…”
Ji serê mehê de an ku 1ê Cotmehê de, ji ber xebatkarên trafîka hewayî kêmin, di xizmeta hewageriyê de kêmasiyên mezin dibin, sefer betal dibin û rewşên talûkê çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin