Trump car din Zelenskiy tehdîd kir: Trump dikare 240 hezar koçberên Ûraynayê dersînor bike

06 March 2025 22:38 0 dîtin
Trump car din Zelenskiy tehdîd kir: Trump dikare 240 hezar koçberên Ûraynayê dersînor bike

PeyamaKurd – Piştî şerê Rûsya-Ûkraynayê destpêkir gelek kesên Ûkraynayê koçberê welatên din bûn ku 240 hezarî ji wan li DYAyê bicîh bûn. Trump plan dike ku ew 240 hezar koçberên Ûkraynî, rewşa wan ya qanûnî betal bike û dersînor bike.

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt li ser mijarê got ku heya niha biryerekî weha nestendine. Ragihandina mijarê ji aliyê ajansa Reutersê de hat ragihandin ku çavkaniyên xwe dibe ser 3 rayedaran ku navên wan nedaye.

Dibe ku di meha Nîsanê de biryar bê dayîn û 240 hezar koçberên Ûkraynî dersînor bikin. Hat ragihandin ku mijar berya di navbera Trump û Zelenskiy de munaqeşe bibe, dest pêkiriye.

Hat ragihandin ku munaqeşe li ser 1,8 milyon koçberan çêbûye ku piraniya wan di wexte serokê DYAyê Biden de çûbûn Amerîkayê. Dersînorkirina 240 hezar Ûkrayniyan perçeyekî ji dersînorkirina 1,8 milyon koçbera ye.