Trump: Cîhan di dîrokê de bi serdema herî xeternak re rû bi rû ye

14 April 2023 10:00 0 dîtin
Trump: Cîhan di dîrokê de bi serdema herî xeternak re rû bi rû ye

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump got, “Ez bawer dikim di dîrokê de serdema herî xeternak e. Sedema wê, serdestiya mirovên bêkêr in.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya bi Fox Newsê de got, "Binerin, ji ber van hemûyan em dikarin bikevin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Bi baweriya min di dîrokê de serdema herî xeternak e. Sedema wê, serdestiya mirovên bêkêr in."

Trump qala krîza Rûsya û Ukrayna jî kir.

Li ser pirsa derbarê bombebarana îdiakirî ya Rûsyayê bo boriyên Nord Stream li Deryaya Baltîkê sala borî Trump da zanîn, ew ne ji ber Moskowê bû.

"Ez naxwazim welatê me bikeve tengasiyê, ji ber vê yekê ez ê bersivê nedim" û destnîşan kir ku destê Washingtonê di sabotajê de heye.

"Ez difikirim ku pir kes dizanin kê ew kir," serokê berê got û pejirand ku teqandina boriyan "pir xeternak" bû.

Dema ku jê hat pirsîn gelo Amerîka xwe dixe xetera êrîşên tolhildanê yên li ser binesaziya xwe ya krîtîk, got, "Ez difikirim ku em ji binesaziyê pir zêdetir diaxivin."

Trump herwiha hişyarî da ku çekên nukleerî mezintirîn metirsiya îro ya li pêşberî cîhanê ye û dibe ku bibe sedema wêrankirina bêmînak cebilxaneyên Amerîka û Rûsyayê.