Trump derbarê DAISiyên di deste HSDê de bangewaziyek kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump car din bang li welatên Ewropayê kir ku derbarê terorîstên DAIŞî yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de gavekê biavêjin.
Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got, Tirkiye û Rûsya jî di nav de, xwest ku dewletên ku hevwelatiyên wan di nava DAIŞê de gavekê biavêjin û piştgiriyê bidin vê proseyê.
Di destê HSDê de ji 55 welatan gelek terorîstên DAIŞî hene ku hêj nayê zanîn bê li kû û çawa dê bene darizandin. Trump bal kişand ser vê rewşê û ji welatên Ewropayê re got ku ‘welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de wergirîn û bidarizînin”.
Trump “Di destê hevpeymanên me de bi hezaran DAIŞî hene û divê Ewropa van girtiyan radest bigire. Eger Ewropa wan radest negire bi tene îhtimaleke dimîne, ew jî ew ku ji kîjan welatî bin wan berdin wê dere.”
Trump herweha baş kişand ser îhtimala ji nû ve xurtbûna DAIŞê û got divê ew welatên ku hevwelatiyên wan beşdarî vê rêxistinê bûne zêdetir hewil bidin. Trump got dibe hewcedarî çêbibe ku Rûsya, Afganistan, Iraq, Iran û Tirkiyê jî şer bikin.”
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, di meha Adarê de dawî li “xîlefeta DAIŞê” anîbû. HSD dibêje ku ji 50 dewletan bi hezaran mêr, jin û zarokên di destê wê de ne ku ji wan herî kêm 2,000 kes şervanên gumankirî yên DAIŞê ne ku gelek ji wan ji welatên Rojava ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin