Trump diyar kir bo petrolê li Sûriyê ne û dibe ku bo vê bi Kurdan re tevbigerin
PeyamaKurd – Li ser mijara petrola li Sûriyê, Amerîkayê da zanîn, dibe ku bi Kurdan re tevbigerin û destnîşan kir, ew tenê ji bo parastina petrolê li Sûriyê ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir: “Em ji Sûriyê vedikişin, em tenê petrolê diparêzin. Petrol kete destê me û serbazên me jî li wir hene ji bo petrolê biparêzin.”
Trump kir: “Serbazên me ji ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de vekişiyane. Hejmareke mezin a serbazên me li wî sînorî hebûn. Herî dawî me hejmara wan kir 50 serbaz, jiyana wan di metirsiyê de bû, çimkî du artêş bi niyaz bûn rûbirûyî hev bibin û serbazên Amerîkayê ku di navbera wan de bûn, metirsî li ser jiyana wan hebû.”
Serokê Amerîkayê got: “Em ji Sûriyê derdikevin û tenê bi petrolê ve eleqedar dibin, em ê pişt re li ser vê mijarê jî biryar bidin. Li ser mijara petrolê, dibe ku em li gel Kurdan tevbigerin û em bibînin dê çi bibe. Lê em ji wî welatî derdikevin. Li Iraqê jî hejmareke pir hindik a serbazên me mane û em ê kêmtir bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin