Trump: Emê hezarî caran bihêztir bersiva êrîsên Îranê bidin!
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, heger Îran êrîşekê li ser wan bike, ew dê hezar car tundtir bersîva wê êrîşê bidin.
Trump hişyarî da Îranê ku bersîvdana hemû awayên êrîşên wê yên djî Amerîka dê hezaran caran bi hêztir be.
Di demeke ku alozîya navbera Amerîka û Îranê di asta herî bilind de ye, Trump meha borî li Koşka Spî gotibû ku ewê nehêlin ku Îran bernameya xwe ya nukleerî bidomîne û tim mafê wan heye ku bi rêya dorpêçan pêşî li Îranê bigirin duku çekên atomî çêneke.
Serokê Amerîka piştî ku îdiayên ku Îran plana kuştina balyozeke Amerîkî wekî tohlhildana Qasim Suleymanî dike ev daxuyanî dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin