Trump-Erdogan li ser bazirganiya 100 mîlyar $ î lihev kirin
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê axifîn û li ser hedefa bi miqdarê 100 mîlyar dolarî yê bazirganiyê û mesela Lîbyayê lihev kirin. Rêvebiriya ragihandinê ya serokkomariya Tirkiyê mijarê weha ragihand:
“Di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de bi telefonê axaftinekî çêbûye. Di axaftinê de ji bilî mijarên duqolî, li ser mijara Lîbyayê û mijarên herêmê axifîne. Li ser hedefa bazriganiyê ya bi miqdarê 100 mîlyar dolarî û bo îstîqrara Lîbyayê bo xebata nêz, hemfikir mane.”
Li aliyê dinê li Amerîkayê berdevkê Koşka Sipî Judd Deere, li ser axaftina her dû serokên dewletan weha got:
“Serokkomar Erdoğan û serok Trump li ser pêwendiyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê yên erênî yên bazirganiyê axifîn û li ser çareseriya arîşeyên herêmê bi rêya diyalogê hemfikir man.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin