Trump: Erdogan tenê guh dide min…

18 August 2020 18:43 0 dîtin
Trump: Erdogan tenê guh dide min…

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Donald Trump, di bernameyeke televizyonê de bal kişand ser têkiliya xwe ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û got ku hefteya borî lîderên dinyayê rica kirin ez telefonî Erdogan bikim û gotin, ew tenê guhdariya te dike.

Trump ji bo hevrikê xwe yê hilbijartinên seroktiyê Joe Bidenê Demokrat gotiye, ew ne kesekî xwedî wê astê ye ku bikare ‘Bi lîderên biyanî yên wekî Erdogan re ku lîstikvanên herî baş ên kişikê ne re serî rake, ji ber ku ew kapasîteya wî ya zihnî nîne û divê nebe serokê Amerîkayê’.

Trump di berdewamê de jî îdia kiriye ku tenê ew dikare bi Erdogan re pêwendiyê bike û wiha pê de çû:

“Lîderên dinyayê hefteya borî ji min rica kirin bi Erdogan re pêwendiyê bikim. Min go çima? Wan got ku ‘ew tenê guhdariya te dike, li me guhdar nake’. Min pirsî ma ji ber Amerîkayê ye? Gotin, ‘Nexêr. Ji ber te û kesayeta te ye. Tenê li te guhdar dike. Çimkî ew kesayet bi te re heye. Tu bi wî re dikarî li hev bikî. ‘Ev rast e. Ez bi wî re li hev dikim. Guh dide min.’.”