Trump: Esed reviya, Rûsyayê ew neparast û pista xwe dayê
PeyamaKurd - Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump piştî ketina Şamê ya opozîsyonê û reva Beşar Esed ji Sûriyeyê peyamek belav kir.
Trump îro 8ê Kanûnê li ser medya civakî peyamek belav kir û got: “Beşar Esed reviya û Rûsyayê jî pişta xwe da wî.. Rûsya û Îran niha di rewşeke lawaz de ne.”
Trump diyar kir: "Esed nema, ji welatê xwe reviyaye. Parêzerê wî Rûsyaya bi serokatiya Vladîmîr Pûtîn êdî giringî neda parastina wî.”
Trump got: “ Tu sedem tunebû ku Rûsya li wir be. Wan hemû berjewendiyên xwe li Sûriyeyê jidest dan bi sedema Ukraynayê, ku nêzîkî 600 hezar leşkerên Rûsî di şerekî ku qet nediviya dest pê bikira de, birîndar bûn û hatin kuştin.”
Trump di berdewamê de da zanîn: “Rûsya û Îran niha di rewşeke lawaz de ne, yek ji ber Ukrayna û aboriya xirab, ya din ji ber Îsraîl û serkeftinên wê yên di şer de.”
Rejîma 54 salan a malbata Esed bidawî bû
Komên çekdarên opozîsyonê piştî ku îro 8ê Kanûna 2024an ketin Şamê bidawîanîna desthilata rêjîma Beşar Esed ragihandin.
Opozîsyonê ragihand, “Piştî 50 salî ji zilm û zordariya di bin desthilata Beas de û 13 salan ji tawan, zilm û koçberî û piştî têkoşînek dirêj û rûbirûbûna bi her cure hêzên dagirker re, em îro 8.12.2024an dawiya vê serdema tarî û destpêka serdemeke nû ji bo Sûriyeyê radigihînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin