Trump: Ez amade me bi serokê Îranê re bicivim

05 February 2025 08:43 0 dîtin
Trump: Ez amade me bi serokê Îranê re bicivim

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew amade ye bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re bicive.

Trump di dema îmzekirina fermana îcrayê ya ji bo vegerandina polîtîkaya zexta herî zêde ya li dijî Îranê, destnîşan kir ku pêkanînên di heyama nû de wê li ser Tehranê "pir tund" bin.

Mesûd Pezeşkyan roja 15.01.2025ê di hevpeyvîneke ligel kanala NBC ya Amerîkî, îdiaya ku wan sala borî di dema helmetên hilbijartinan de li Amerîkayê li dijî Trump organîze kirine red kir û got, ev yek “ji bo geşkirina hestên dijî Îranê” hatiye kirin.

Trump got ku eger Îran bi kuştina wî tola xwe hilîne ew ê wêre tunekirin.

Trump bal kişand ser wê yekê ku Îran nikare bibe xwediyê çekên nukleerî, Trump herwiha îşaret bi wê yekê jî kir ku dibe ku siza li ser firotina petrola Îranê were sepandin.

Trump teklîfa xwe ya derbarê Filistîniyan de jî dubare kir û diyar kir ku êdî tu çareya Filistîniyan ji bilî derketina Xezzeyê nemaye.