Trump givasa fînansê danî ser Afrîka Basûr
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump bi sedema ku hukumeta Afrîka Başûr bi cotyaran re kiryarên xerab dike, biryara givaşên nûh ku deyne ser Afrîka Başûr ragihand. Donald Trump got:
“Afrîka Başûr li hemberê cotyarên welatê xwe berbat tevdigere. Dest datînin ser erdê wan û ciyên wan. Ji van tiştan xerabtir tiştan dikin. Mirov naxwaze li wê derê be û em temamê fînansmana federal radiwestînin.
Li Afrîka Başûr cotyarên ku bi sedema ewlehiya xwe dixwazin werin DYAyê an ku birevin, em ê wan, bi malbatên wan ve, bilez û bi pêvajoya hemwelatîbûnê dawetî DYAyê bikin. Wê ev pêvajo yekser dest pêbike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin