Trump: Gotin, xwe bide efûkirin, min got qet nakim!
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, dozên li ser wî hatine vekirin, ji kanala NBC re axivî û got ku wî ti sûcek nekiriye.
Trump li ser îdiayan diyar kir ku heger ew di hilbijartinên 2024an de cardin bê hilbijartin, îhtimala wê nîne ku erka xwe ya efûyê bikar bîne û wiha axivî: "Min çi şaşî kiriye? Min ti şaşî nekiriye. Yanî ji ber ku min îtiraz li hilbijartinan kiriye, dixwazin min bişînin girtîgehê.”
Li ser tawanbariyên dema seroktiya wî Trump got, “Erka min a xwe ji tohmetan efûkirinê hebû, beriya seroktiyê berdim karibûm bikim. Ji min re gotin, yên bela xwe li te didin dînin, xwe efû bike, wê jiyana te pir rehet bibe. Min got, qet efû nakim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin