Trump hevdîtina xwe bi Koreyê re betal kir

24 May 2018 19:13 0 dîtin
Trump hevdîtina xwe bi Koreyê re betal kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump berê plan kiribû ku bi serokê Kore ya Bakûr bi Kim Jong Un re, di 12 ê hezîranê de hevdîtin bike. Lê Qesra Sipî îro nameya ku Donald Trump ji Kim re şandiye bi çapemeniyê re parvekir.

Qesra Sipî sedema betalkirina hevdîtinê, beyanên Kim yên êrîşker nîşan da. Trump di nameya xwe de weha got: “Hun behsa kapasîta xwe ya nukleerî dikin. Lê ya me wisa xurt û bi hêze, ez ji Xweda re dia dikim ku em ti carî wê bikar neynin.”

Trump bo Koreyê got ku ew derfeteka girîng ji destê xwe berda û bo serbest berdana her sê Amerîkayiyên girtî jî sipasiya xwe kir. Trump di nameya xwe de got ku di dahatûyê de dixwaze bi Kim re hevdîtinan bike û hevoka wî ya di nameye de weha ye:

 “Eger te fikra xwe guhert, dikarî li min bigerî û an jî bo min binvîsî.”