Trump: “Heya nîsanê em ê bibin xwediyê asiya têra temamê Amerîkayiyan bike”

19 September 2020 01:34 0 dîtin
Trump: “Heya nîsanê em ê bibin xwediyê asiya têra temamê Amerîkayiyan bike”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Sipî civîna çapemeniyê lidarxist û behsa aşiya koronavîrusê kir. Trump got ku heya meha nîsanê ew ê bibin xwediyê aşiya koronavîrusê û wê têra temamê Amerîkayiyan bike. Piştî aşi temam bike, wê leşker dest bi belavkirina aşiyan bikin.

Yek ji nûnerên Trump yê koronavîrusê Scott Atlas ragihand ku nûfûsa Amerîkayê 328 mîlyone, heya dawiya salê wê 100 mîlyon doz aşi û di 3 mehên ewilî yên sala 2021an de 700 mîlyon aşi bo bikaranînê amade be.

Trump berê gotibû ku dê aşi bo Amerîkayiyan belaş be.