Trump Hindistanê xist hedefa xwe

10 July 2019 01:20 0 dîtin
Trump Hindistanê xist hedefa xwe

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump vê carê Hindistanê xist hedefa xwe û ragihand ku dê derfetan nedin Hindistanê ku baca gumrikê deyne ser malê Amerîkayê. Trump peyama xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand:

"Hindistan baca gumrkê danî ser malên Amerîkayê û wexteka xweş derbas kir. Ev nema tê qebûlkirin.”

Trump, çendeyek berê li Osaka ya Japonyayê di zîrwe ya G-20an de bi serokwezîrê Hindistanê bi Narendra Modi re hevdîtinekî kiribû. Trump berya hevdîtinê jî peyama xwe dabû ku ew di mijara bacê de qebûl neke. Di hevdîtinê de Trump ragihandibû ku dê bi Hindistanê re bihev re bixebitin.

Têkiliyên navbera her dû dewletan bi îhtîmaleka mezin bi sedema ku Hindistan bo parastina sîstema hewayî ji Rûsyayê S-400an sîparîş daye, navbera wan hinek nexweş bûye.