Trump hisyarî da Macron: Ji bilî Amerîkayê...

09 August 2019 09:56 0 dîtin
Trump hisyarî da Macron: Ji bilî Amerîkayê...

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di Twitterê de Serokomarê Fransa Emmaneul Macron hişyar kir.

Trump da zanîn ku ti kes nikare li ser navê Amerîka biaxive, ‘’Ez dizanim ku niyeta Emmanuel baş e, lê ji bilî Amerîkayê kes nikare li ser navê Amerîka bipeyîve’’

Di hin nûçeyan de hatibû gotin ku Macron, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî vexwendiye Lûtkeya G7an û xwestiye ku ew bi Trump re bicive. Dîplomatekî Fransa roja Çarşemê dîyar kiribû ku ew nûçe derew in.

Piştî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîya welatên Ewrupî hewil dan ku peyman pûç nebe. Fransa, ku dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê bike, di rojên borî de şêwirmendekî payabilind şandibû Îranê.

Macron bi rêya telefonê bi Ruhanî re axivîbû û dîyar kiribû ku ew dê bo diyalogê hewldanên xwe bidomîne.