Trump ji bo Çîn, Kanada û Meksîkayê planên bacê yên nû ragihandin

26 November 2024 15:58 0 dîtin
Trump ji bo Çîn, Kanada û Meksîkayê planên bacê yên nû ragihandin

PeyamaKurd – Serokê nû hilbijartî yê Amerîkayê, Trump ragihand ku dema ew bibe serokomar, dê ji sedî 25 baca gumrikê li ser hemû berhemên ku ji Meksîka û Kanadayê tên û ji sedî 10 baca gumrikê jî li ser hilberên ku ji Çînê bisepîne.

Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya Truth Socialê de ragihand ku ew ê baca gumrikê li ser Meksîka, Kanada û Çînê bisepîne, da ku ewlekariya sînor misoger bike û rê li ber hinardekirina narkotîkê bi taybetî fentanîlê ya bo Amerîkayê bigire.

Trump bal kişand ku bi hezaran kes ji Meksîka û Kanadayê derbas dibin û “sûc û tiryakê” tînin Amerîkayê bi asteke ku heya niha nehatiye dîtin.

Trump got ku kerwanekî bi hezaran kesan heye ku ji Meksîkayê tên ji bo ku di sînorê Dewletên Yekbûyî re derbas bibin û astenngkirina wan ne mimkun e.  

Li ser hilberên ku ji Çînê têne ji sedî 10 baca zêde

Trump da zanîn ku wî bi Çînê re li ser gelek tiryakên ku tên Amerîkayê, bi taybetî fentanîlê gelek axaftin kirine û got: “Nûnerên çînî ji min re got ku ew ê cezayê herî zêde, cezayê îdamê, li ser bazirganên narkotîkê yên ku vî karî dikin bisepînin, lê mixabin wan qet wisa nekir û tiryak bi asteke ku qet nehatiye dîtin, bi piranî di Meksîkayê re diherike welatê me. Ji bo ku me em vê yekê rawestînin, em ê bang li Çînê bikin.”