Trump plana astiyê, DEAS biryara êrîsa ser Îsraîlê da

28 January 2020 23:23 0 dîtin
Trump plana astiyê, DEAS biryara êrîsa ser Îsraîlê da

PeyamaKurd- Tam di dema ku Trump plana bo lihevkirina navbera Îsrîalê û Fîlîstîniyê radigihîne, rêxistina DEAŞ ê banga êrîşa bo ser Îsraîlê kir. Berdevkê DEAŞê Ebû Hamza El Qureyşî li dijî plana Trumpî ku “peymana sedsale” ye, Yahûdiyan xiste hedefê û banga êrîşa ser Yahûdiyan kir.

Li gor ragihandina The Times of Israel ê; di kaseta dengî de ku tê gotin kaset ji dengê Ebû Hamza El Qureyşî ye û 37 deqe dewam dike, weha bang li DEAŞ iyan dike:

“Ciyên ku Yahûdî li wan bicîh ne û ciyên wan yên bazarê ji xwe re bikin hedef. Sehayên wan yên jiyanê weka sehayên testê yên fuzeyan û sîlihên kîmyewî bikarbînin.”