Trump ragihand ku Karoline Leavitt dê bibe Berdevka Koska Spî

16 November 2024 16:01 0 dîtin
Trump ragihand ku Karoline Leavitt dê bibe Berdevka Koska Spî

PeyamaKurd – Serokê nû hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew ê Karoline Leavittê, weke Berdevka Koşka Spî tayîn bikin k udi dema kampanyaya wî ya hilbijartinê de jî weke berdevka çapemeniyê xebitîbû.

Trump diyar kir ku Leavitt dema ku berdevkê kampanyaya hilbijartinê bû “karekî pir baş kir” û da zanîn ku ew ê wê weke berdevka Koşka Spî tayîn bikin.

Trumpê pesnê Leavittê veda ku ew “aqilmend, sert û têkilvaneke pir jêhatî” ye û got, “Ez di wê baweriyê de me ku ew ê li ser kursiyê serketî be û ew ê ji me re bibe alîkar ku em peyama xwe bigihînin gelê amerîkî û her weha Amerîkayê ji nû ve mezin bikin.”

Karoline Lavittea ku di serdema serokatiya berê ya Trump de cihgira berdevka Koşka Spî bû, ev daxuyaniya Trump li ser hesabê xwe yê Xê par ve kir û spasiya serokê nû hilbijartî kir.

Di daxuyaniyeke din de, Trump ragihand ku ew dê Steven Cheungê ku rêveberê ragihandinê yê kampanyaya hilbijartinê bû, wek Rêveberê Ragihandinê yê Koşka Spî destnîşan bike.

Trump di daxuyaniya xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya bi navê Truth Sosyal da destnîşan kir ku Waliyê Dakotaya Bakur Doug Burgum, ku weke namwtê Wezareta Karên Navxweyî namzed nîşan dabû, di heman demê de dê bibe serokê “Encûmena Enerjiyê ya Neteweyî” desthilatdariya xwe ya ku tê payîn çileya 2025an dê dest pê bike.