Trump Serfermandarê Gistî, Brown ji kar dûr bi dûr xist

22 February 2025 08:55 0 dîtin
Trump Serfermandarê Gistî, Brown ji kar dûr bi dûr xist

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Sosyal de spasiya Charles Q. Brown kir ji ber xizmeta wî. 

Trump wiha got: 

“Ez spasiya General Brown dikim ji bo xizmeta wî ya 40 salî ya ji bo welatê me, di nav de rola wî ya niha ya Serokê Serfermandariya Giştî. Ew mirovekî birêz û rêberekî hêja ye û ji wî û malbata wî re pêşerojeke geş dixwazim.’

Trump ragihand ku wî Orgeneralê ji Hêzên Hewayîn teqawid, Razin Caine wek Serokê Fermandariya Giştî tayîn kiriye, Trump bal kişand ser serkeftinên Caine bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.

Ji aliyê din ve Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê Pete Hegseth di daxuyaniyekê de spasiya Brown kir û ragihand, Seroka Operasyonên Deryayî Admiral Lisa Franchetti û Fermandarê Duyemîn ê Hêza Esmanî General Jim Slife jî ji kar hatine bidûrxistin.

Hate diyarkirin ku Charles Q. Brown duyemîn Afro- Amerîkî bû ku di dîroka Dewletên Yekbûyî de wekî generalekî xizmet kiriye.