Trump sêwirmendê nû yê ewlekariya netewî destnîsan kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku ew dê Robert C. O’Brien wek Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî nîşan bide.
Trump got, “Ez bi dilgeşî radigîhînim ku ezê Robert C. O’Brien wek Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî erkdar bikim, ku niha li Wezareta Derve wek Nûnerê Taybet yê Serokatî yê Karên Dîlgirtinê dixebite.”
Trump diyar kir ku demeke dirêj e ew bi O’Brien re dixebite û ew pişrast e ku şêwirmendê nû dê karekî baş bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, hefteya borî îstifaya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî John Bolton xwestibû û şûna wî vala mabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin