Trump vê hefteyê dorpêçên nû li ser Îranê disepîne
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bertek nîşanî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bo dirêjnekirina ambargoya çekan a ser Îranê da û got ku hefteya pêşiya me ew ê dorpêçên nû li ser Îranê bisepîne.
Trump di civîneke rojnamevanî ya li New Jersey got ku ew dê wekî bertek ji biryara KENY re hefteya pêşiya me dorpêçên nû li ser Îranê ferz bikin.
Trump herwiha li ser pêşniyara Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn a beşdarbûna vîdyo konferansekê li ser mijarê jî da zanîn ku ew nafikire beşdar bibe.
Konseya Ewlekariyê roja Înê pêşniyara Amerîka ya dirêjkirina ambargoya ser Îranê red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin