Trump: Vekisandina leskerên DYAyê yên ji Sûriyê girêdayê Tirkiyêye

07 January 2025 21:56 0 dîtin
Trump: Vekisandina leskerên DYAyê yên ji Sûriyê girêdayê Tirkiyêye

PeyamaKurd – Serokê bijartî yê DYAyê Donald Trump li Floridayê li jîngeha Mar-a-Lagoyê civîna çapemeniyê li darxist û li ser pêşdeçûnên derveyê DYAyê raveyan kir.

Li ser mijara 2 hezar leşkerên DYAyê yên li Sûriyê, dê Trump wan paşde vekişîne an venekşîne de got:

“Ez ê vêya ji we re nebêjim ji ber perçeyekî stratejiya leşkeriye. Lê dikarim tenê vêya bêjim; ev girêdayê bi Tirkiyê ve ye. Di dewra serokatiya min ya berê de, me xwe ji şer dûr xist, me IŞİDê têkbir û piraniya leşkerên xwe paş de vekişand.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan dostê mine û jê re rêz digrim. Difikirim ku ew jî ji min re rêz digre.”