Trump: “Wê Îran îsev li Îsraîlê bixe”

05 August 2024 23:40 0 dîtin
Trump: “Wê Îran îsev li Îsraîlê bixe”

PeyamaKurd – Serokê DYA yê berê Donald Trump di weşana zindî ya leystika Kick de, bû mêvanê bernama weşangerê bi navê Adin Ross. Di bernamê de Trump ragihand ku agahî sitendiye wê Îran îşev li Îsraîlê bixe. Li ser mijarê Trump got:

“Eger ez serokê DYAyê bûma, wê kes li ser vê mijarê neaxifiya ji ber wê seda sed bûyerekî weha nebûya.”

Li aliyê dinê li Koşka Sipî wê serokê DYAyê Joe Biden bi tîma xwe ya ewlehiyê re bicive. DYA dixwaze gengeşeya li Rojhilata Navîn kêm bike. Niha DYA dixwaze ber li êrîşa Îranê bigre. Li ser mijarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan jî gotibû

“Îsraîl hinek tiştan dike, Amerîkayî tên cem me û dibêjin ber li wan bigrin.”

Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken duhî bi wezîrên karên derve yên G7an re axifiye û gotiye dibe Îran di nav 24 seetan de êrîşê Îsraîlê bike.

Biden, kabîna xwe ya şer dicivîne. Di civînê de serokerkanê Amerîkayê Brown, wezîrê bergiriyê Austin, cîgira serok Biden, Kamala Harris û rayedarên din hene.