Trump xwestibû bi Putin re hevdîtin bike û Putin jî îsareta hevdîtinê da
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyar kir ku bi serokê DYA Trump re, li ser şerê Ûkrayna û babetên weka enerjiyê de, hevdîtinê bike û werin cem hev. Trump jî ji berê de bi germahî li babetê dinihêrt.
Putin, ragihandina xwe ya li ser gelek babetan di televizyona dewletê ya Rûsyayê, ji Rossiya-24ê kir. Putin got ku ti carê dev ji diyaloga bi DYA re bernedane û weha got:
“Rêvebiriya berê danîna têkiliyan red kir û ev sûcê me nîne. Bi serokê niha yê DYAyê re, her wext li ser baweriya kar û pragmatik dikarim bêjim têkiliyên me hene. Eger di sala 2020an de, desthilatê ji destê Trump nestandina, dibû ku krîza bi Ûkrayna re ya sala 2022an nebûya û di vê mijarê de pê re hemfikrim.”
Putin balê kişand ser givaşên ku Trump berê danîbû ser Rûsyayê û Joe Biden jî di rêya Trump de dewam kir. Putin got ku rêvebiriya DYAyê bikaranîna dolar qedexe kir û bi vê biryarê zerarê dane xwe. Li ser daxwaza hevdîtina her dû lîderan Putin weha dewam kir:
“Em her wext ji bo hevdîtinê amadene. Li ser rastiyên îro, hem babetên ku Rûsyayê û DYAyê eleqedar dikin, di temamê sehayan d,e bi aramî em werin cem hev dê baş bûya. Lê ez car din dubare dikim ev yek maye li ser biryarên rêvebiriya DYAyê û bijartinên wê. Em amadene bi Ûkrayna re hevdîtinê bikin lê divê hinek babetan bidin berçav ku yek ji wan ewe; serokê Ûkraynayê Zelenski muzakereyên bi Rûsya re qedexe kiriye.
Rûsya û DYA hilberînerên enerjiyê û serfkirinê yên herî mezin yên dinyayê ne. Ev tê vateya ku ji bo aboriya Rûsya û DYAyê; bihayên herî kêm û herî bilind yên d enerjiyê de, xerab e. Gelek mijar hene ku em li serê biaxifin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin