Tûgayên Kassam li fermandariyekî Îsraîlê xist

20 June 2024 23:22 0 dîtin
Tûgayên Kassam li fermandariyekî Îsraîlê xist

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Kassam li Şerîda Xezzayê bi topan li baregeha fermandariyekî Îsraîlê xist û di nav leşkerên fermandariyê de kesên hatine kuştin û birîndar bûne hene.

Kassam, di ser hesabê xwe yê Telegramê de bi nivîskî ragihandina xwe kir û got li bajarê Xezzayê li taxa Ez-Zeytunê bi topên kalîbra wan zêde li fermandariyekî Îsraîlê xistiye.

Di daxwuyaniyê de hinek kes mirine, ji bo mirî û birîndaran neqil bike, helîkopterekî Black Hawk û Yasour 2 helîkopter xwe danîne deverê.