Tûgayên Kassam: “Em ê di rewsekî ku dest bide de, dîlên biyanî berdin

17 October 2023 01:13 0 dîtin
Tûgayên Kassam: “Em ê di rewsekî ku dest bide de, dîlên biyanî berdin

PeyamaKurd – Hêza leşkerî ya Hamasê Tûgayên El Kassem li ser esîrên ku di êrîşa ser Îsraîlê de girtibûn daxwuyanî da. Di daxwuyaniyê de got:

“Di destê me de 200 heya 250 dîl hene. Di destê me de grûbekî hemwelatiyên biyanî jî hene. Em ê wan di rewşekî ku ji bo me jî baş be de serbest berdin.”

Berdevkê tûgayên el-Kassem Ebû Ubeyde ragihand ku di destê wan de li dora 200 kes girtî hene û li dora 50 kes jî di destê grûbên din de hene ku 22 kes ji wan di bombebarana Îsraîlê de mirin. Ebû Ubeyde weha dewam kir:

“Dagirkerên ku nikarin derên hemberê me, êrîşên hovane dibin ser xelkê sîvîl. Di destê me ji milletên cuda ku ne Îsraîlîne grûbekî dîl heye. Ew mêvanên me ne. Dema şert dest bidin em ê wan berdin.

Em ji tehdîda şerê bejayiyê natirsin. Em amade ne. Wê axa Xezzayê we daqurtîne û bibe gora we. Ji bo berteka li hemberê dagirkeran, her çeka ku li hember wan rabûbe, ji bo her dengî û her pênûsekî li hemberê dagirkeran nivîsandibe, em silavên xwe ji wan re dişînin.”