TUPRAS: Me 1 milyon bermîl petrola xam a ku Îranê desteser kiribû pas de girt

26 July 2024 12:09 0 dîtin
TUPRAS: Me 1 milyon bermîl petrola xam a ku Îranê desteser kiribû pas de girt

PeyamaKurd – TUPRAŞê ragihand ku petrola ku ji Iraqê kirî û di 11ê Çile de ji aliyê Îranê ve hatiye desteserkirin wê di meha Îlonê de bigihêje rafîneriyê.

Parzûngehên Petrolê yên Tirkiyeyê (TUPRAŞ) diyar kirin ku petrola ku ji şîrketa petrolê ya dewleta Iraqê SOMO hatiye kirîn û ji aliyê Îranê ve hatiye desteserkirin wê di meha Îlonê de bê teslîmkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya TUPRAŞê de hat bibîrxistin ku keştiya bi navê "St. Nikolas" ku nêzî 1 milyon bermîl petrola xam a ji Iraqê dihat kirîn tê de bû, di 11ê Çile de li peravên Omanê ji aliyê Îranê ve hatibû desteserkirin.

Di daxuyaniyê de, hemû nefta xam a mijara gotinê ji aliyê şîrketa me ve bi operasyona veguheztina keştî-keştî ya ku di navbera 23-25ê Tîrmeha 2024an de hat kirin, paşde hat stendin, tê payîn ku ew di meha Îlonê de bigihîje Parzûngeha me.