Ugur Sahîn: Di deh salên pês de însan wê tevî vîrusa Korona bijîn

18 February 2022 11:37 0 dîtin
Ugur Sahîn: Di deh salên pês de însan wê tevî vîrusa Korona bijîn

PeyamaKurd Yek ji avakarên BioNTechê Ugur Şahîn ji AFPê re da zanîn û got, vîrusa Korona wê hîn çend salên din li cîhanê be.

Şahîn eşkere kir, di deh salên pêş de însan wê tevî vîrusa Korona bijîn û civak li gor demên berê, bêhtir ji bo demên pêş yên bi vîrusa Korona hazir e.

CEOyê BioNTechê destnîşan kir, çaverê ye derziya vîrusa Korona ya cureya Omicronê di Nîsan an Gulanê de amade be.

Şahîn di berdewamiyê de diyar kir, pêvajoya ji bo agahiyên ser cureya nû, dirêj berdewam kir, loma çêkirina derziyê wê hinekî dereng bikeve.
 

Herwiha Şahîn da zanîn, Omicron wê ne cureya dawî be û got, vîrus belav dibe û xwe diguherîne.

Herî dawî Şahîn eşkere kir, tevî gumana ser çêbûna cureyên nû jî ew ne reşbîn e û got, ew roj bi roj pirtir tiştan hîn dibin û dijî vîrusê pirtir hazirîyan dikin.