Ûkrayna 49 peymanên bi Rûsya re betal kir
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Pavlo Klimkin ragihand ku peymanên bi Rûsya re hene, ji wan 49 peyman hatin betalkirin û amadekariya betalkirina 50 peymanên dinan jî tê kirin.
Klimkin bi ajansa nûçeyan ya bi navê Ukrinform re li Kievê civîneka çapemeniyê çêkir şiroveya sala çûyî kir. Klimkin behsa gelek peymanan kir ku berê bi Rûsya re hatibûn kirin lê wan peymanan betal kirine û weha dewam kir:
“ 49 peymanên bi Rûsya re çêkirî hatin betalkirin. 2 ji wan yên navdewletîne, 25 ji wan yên navbera hukumetane, 19 ji wan yên navbera saziyane û 3 ji wan herêmî ne. Niha li ser 50 peymanên din xebat tên kirin da bên betalkirin.”
Klimkin got ku em li ser esasê hûqûqê dimeşin û nikarin weka berya şer bi Rûsya re bi dîlî bijîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin