Ukrayna berpirsyariya êrîsa li ser kargeheke leskerî ya li Rûsyayê girt ser xwe
PeyamaKurd – Ukraynayê berpirsyariya êrîşa wesayîta hewayî ya bêmirov a çekdar a li ser kargeha barût û cebilxaneyê ya li herêma Tambov a ku bi qasî 350 kîlometre dûrî sînorê wê ye, girt ser xwe.
Çavkaniyekî ji Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ji AFPê re got ku "Ji bo bombekirina kargeha di nava kompleksa leşkerî-pîşesaziya Rûsyayê" ya li bajarê Kotovskê de balafireke bêmirov hat bikaranîn.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku hewlên zelalkirina ziyanên kargehê di encama êrîşê de berdewam in.
Heman çavkaniyê ragihand ku kargeha ku hatiye armanckirin barut û cebilxaneyên çekên sivik çêdike û Ukraynayê berê jî di Mijdara 2023 û Çileya 2024an de ev cih bi balafirên bêmirov ên kamikaze kiriye armanc.
Medyaya Rûsî ya xwecihî vîdyoyek belav kir ku ji aliyê niştecihekî xwecihî ve hatiye kişandin û tê de xuya dike ku tiştekî nenas li nêzîkî oda kargehê dikeve û dibe sedema teqîneke bihêz ligel ewrekî dûmanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin