Ûkrayna konsolosên xwe yên Fasê û Gurcistanê ji ser kar derxist
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy, bi sedema ku serkonsolosên Ûkraynayê yên li Fasê û Gurcistanê li hemberê Rûsyayê xebatên bi bandor yên dîplomatîk nikarin bikin, wan ji wan welatan dagerand û got ku kes hene ji bo li ser karên xwe bimînin wextê xwe beredayî derbas dikin. Vladimir Zelenskiy weha got:
“ Mirov hene dixebitin da welat berevaniya xwe bike û dahatûya xwe bidest bixe. Her kesê ku wezîfeyekî wî yê weha heye em jê re rêz digrin. Hin kes hene ji bo li ser kar bimînin wextê xwe beredayî derbas dikin. Eger hun nikarin welatan razî bikin da dorpêçan deynin ser Rûsyayê, ji xwe re li karên din bigerin.
Min serkonsulên li Fasê û Gurcistanê paşde dagerand. Ez li benda encama konsulên me yên li Akerîka Latînî, Rojhilata Navîn, Rojhilatê- Bakûrê Asya û Afrîka me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin