Ukrayna: Leskerên rûsî yên hatine dîlgirtin naxwazin vegerin Rûsyayê
PeyamaKurd – Ûkraynayê hejmara leşkerên rûsî yên ji destpêkirina êrîşên 24ê Sibatê ve hatine dîlgirtin eşkere kir.
Cîgira Serokwezîra Ûkraynayê İrina Vereşuk di televizyoneke herêmî de ragihand ku niha 562 leşkerên rûsî yên hatine dîlgirtin di destê wan de ne.
Vereşuk gotiye, cesedên leşkerên rûsî jî li Ûkraynayê ne û nehatine radestkirin û diyar kiriye ku li gorî hiqûqa şer û mafên mirovan mamele li dîlan tê kirin.
Herwiha Vereşuk daye zanîn, leşkerên hatine dîlgirtin piraniya wan naxwazin piştî werin azadkirin vegerin Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin