Ûkrayna: Rûsyayê bi zêdetirî 100 mosekan deverên cuda yên Ûkraynayê kirine armanc
PeyamaKurd – Yek ji şêwirmendên Zelenskiy Arerestovic ragihand ku Rûsyayê bi zêdetirî 100 moşekan deverên cuda yên Ûkraynayê kirine armanc.
Li Kîevê ya paytexta Ûkraynayê dîsa dengê teqînan hat. Rayedarên herêmî diyar kirin ku leşkerên Rûsyayê êrîşeke moşekî pêk anîne.
Şêwirmendê Serokomariya Ûkraynayê Oleksîy Arerestovic eşkere kir, Rûsyayê bi zêdeyî 100 moşekan herêmên cuda yên Ûkraynayê kirine hedef.
Arerestovic got, li gelek bajaran sîrenên alarmê lê ketin.
ZELENSKIY: ME JI 1800î ZÊDETIR CIH VEGERANDIN
Ji aliyê din ve Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy ku do daxuyaniyek da û got, "Em bi ser ketine ku zêdetirî 1800 bajar û gundên Ûkraynayê ji destê dagirkeran rizgar bikin."
Zelenskiy got, "Ûkrayna teqez wê bi ser bikeve. Li Rojava êdî tu kes ji Rûsyayê natirse.” Bi bîr xist ku welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li dijî Rûsyayê desteka çekan didin Ûkraynayê û wiha got, "Di dîrokê de cara yekem e Yekîtiya Ewropayê li hemberî êrîşên wiha mezin alîkariya parastinê dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin