Ukraynayê Rûsya bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir: Sozên Rûsyayê ti carî cidî negirin!

06 January 2023 22:28 0 dîtin
Ukraynayê Rûsya bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir: Sozên Rûsyayê ti carî cidî negirin!

PeyamaKurd – Rêveberiya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê agirbesta ku doh 5ê Çileyê ragihandiye binpê kiriye.

Şêwirmendê Serokatiya Ukraynayê Mihail Podolyak, derbarê agirbesta ku Rûsyayê bi mebesta cejna Noelê ya Ortodoksan bo 36 demjimêran ragihandibû de daxuyanî da.

Podolyak bi peyamekeke ser medya civakî belav kiriye, Rûsya bi binpêkirina agirbesta ku ji aliyê wan ve hatiye ragihandin tawanbar kir.

Podolyak got ku li bajarê Hersonê îro 6ê Çileyê ji aliyê Rûsyayê ve êrîş hatiye kirin û da zanîn, "6ê Çile. Li her derê Ukraynayê alarmên êrîşa asmanî lêdide. Zarok dîsa di stargehên sar de ne. Vaye agirbesta rûsî ev e: Bêdengiyê teqlît dikin û piştre dikujin. Ti caran ti gotineke Federasyona Rûsyayê cidî negirin. Bingeha soza Rûsyayê her tim hovane û xapandin e.”