UNICEF: Li Iraq û Herêma Kurdistanê pasmayên ser ji bo zarokan gelek metirsiyên kustinê çêdikin

05 February 2022 16:31 0 dîtin
UNICEF: Li Iraq û Herêma Kurdistanê pasmayên ser ji bo zarokan gelek metirsiyên kustinê çêdikin

PeyamaKurd UNICEFê bi daxuyaniyekê diyar kir, li Iraq û Herêma Kurdistanê paşmayên şer ji bo zarokan gelek metirsiyên jiyanî û kuştinê çêdikin û di sala 2021ê de li seranserê Iraqê ji ber wan paşmayên şer û amûrên neteqyayî 52 zarokan can dane û 73 zarok jî kêmendam bûne ku bi giştî jî 125 zarok bûne qurban.

UNICEFê destnîşan kir, pêwîst e hewlên bihêztir û xurttir bên dayîn ku bandora wan teqemeniyan bên sînordar kirin, bi taybet jî zarokên kur zêdetir jê bandor bûne. Li gor sala 2020ê jî hejmara qurbanên zarok sedî 67 zêde bûye û sala 2020ê de jî 79 zarok bûne qurban û ji wan jî 61 kes kur bûne.

UNICEF, eşkere kir, hemû aliyên pêwendîdar pêwîst e parastina selametiya zarokan di hemû mercan de wek pirsa serekî bibînin û amûrên neteqyayî sedemê serekîne ji bo hemwelatiyên sivîl bibin qurban.