Urdin û Sûriyeyê peymana ewlehiya sînor bi hev re danî
PeyamaKurd – Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera piştî ku xwe wekî serokê nû yê Sûriyeyê ragihand, duh cara ewilî çû paytexta Urdinê Emanê.
Şahê Urdinê Ebdullah û serokê Sûriyê Ehmed Şera duh li Emanê di civînekê de li hev kirin ku li dijî qaçaxçîtiya çek û narkotîkê a li ser sînorên her du welatan li hev kirin û peyamana ewlehiya sînor danîn.
Qesra Qraltiya Urdinê di daxuyaniyekê de got:
“Her du welatan li hev kir ku koordînasyona ji bo ewlehiya sînor û şerê li dijî qaçaxçîtiya çek û narkotîkê girîng e ku Urdinê di dema borî de di kontrolkirina sînorên xwe de zehmetî kişandibû.”
Daxuyaniyê her wiha tekez kir ku Qraltî li gel birayên xwe yên Sûriyî ye di avakirina welatê wan de bi rêya pêvajoyeke ku pêkhateyên cuda yên xelkê beşdar dibin da ku yekîtî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê peyda bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin