VÎDEO | Hackeran bi belavkirina dîmenên ji kamerayên girtîgehê îskenceya li Îranê îfsa kir!
PeyamaKurd – Korsanên înternetê belav kirine ku wan kamerayên girtîgeheke li Îranê hack kiriye û tê de derketiye holê, gardiyan îşkenceyên tund li girtiyan dikin.
Li gorî dîmenên bêdeng ên hatine belavkirin û tê gotin, ew dîmen ji Girtîgeha Evîn hatine tomarkirin, gardiyan îşkenceyên tund li girtiyan dikin.
Rêveberiya Tehranê hîn derbarê wan dîmenên îşkenceyê de ti daxuyanî nedaye, lê heta niha tevî îfadeyên girtiyan jî Îranê red dikir ku îşkenceyê li girtiyan dike.
Berpirsê Giştî yê Girtîgehan Hac Muhammedî, piştî belavbûna wan dîmenan cara yekem bi fermî lêborîn xwest û ew dîmenên îşkenceyê qebûl kirin. Muhammedî li ser medya civakî gotiye, ez soz didim ku ezê hewil bidim careke din ev bûyerên bi êş dubare nebin.
2
— Masih Alinejad ?️ (@AlinejadMasih) August 23, 2021
This is the moment that the officials in Evan prison realized that they have been hacked. Hackers have accessed security camera footage from inside an Iranian prison where political prisoners are being held, and posted videos of guards beating inmates. pic.twitter.com/ys1prSVqkI
Li gorî daxuyaniyên mehkûmên berê derbarê dîmenan de, hatiye gotin ku ew dîmen dişibin yên girtîgeha li bakurê Tehranê ya bi navê Evîn.
Hackeran di parvekirina wan dîmenan de jî henekê xwe bi rejîma Îranê û rêberê wê Elî Xamaney kirine û gotine, ev ‘edaleta Elî’ ye.
Ajansa APê bi zarê hejmarek rojnamevanên wêneyên girtîgehê berê tomar kirine ragihandiye ku dîmen li yên wê girtîgehî li hev dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin