VIDEO - Wezîrê Tirkmenî yê kabîneya Mesrûr Barzanî bi Kurdî û Tirkî sond xwar

10 July 2019 15:01 0 dîtin
VIDEO - Wezîrê Tirkmenî yê kabîneya Mesrûr Barzanî bi Kurdî û Tirkî sond xwar

PeyamaKurd - Wezîrê Herêmê di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Aydin Merûf  di civîna îro de, bi 78 dengan ji Parlamentoya Kurdistanê bawerî wergirt û sonda yasayî xwar.

Tevî ku li Tirkiyê parlamentarên Bakurê Kurdistanê nikarin bi zimanê xwe yê Kurdî sonda parlamentariyê bixwînin û mînaka Leyla Zana ku bi qasî deh salan li girtîgehê mabû li ber çavan e, li Herêma Kurdistanê hemû pêkhate bi ziman û çanda xwe dikarin li gorî yasayan bijîn.

Îro Çarşemê (10.07.2019) Parlamentoya Kurdistanê ji bo baweriya wezîrên  Kabineya Nehem a Herêma Kurdistanê civiya û Mesrûr Barzanî bi dengê 88 parlamenteran weke Serokwezîrê Nû Yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Ji pişka Tirkmenên Herêma Kurdistanê Aydin Merûf jî bi dengê 78 parlamenteran di Kabineya Nehem a Herêma Kurdistanê de wek Wezîrê Herêmê bawerî wergirt û li Parlamentoya Kuyrdistanê bi zimanê Tirkmenî û Kurdî sonda yasayî xwar.