Vladimir Voronkov: Li Sûriye û Iraqê di navbera 6 û 10 hezarî de endamên DAISê hene
PeyamaKurd – Rêvebirê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimir Voronkov di daxuyaniya da Encûmena Ewlehiyê de eşkere kir, li Sûriye û Iraqê di navbera 6 û 10 hezarî de endamên rêxistina DAIŞê hene.
Rêvebirê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimir Voronkov di daxuyaniyê de eşkere kir, ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî metirsiya DAIŞê berdewam dike.
Voronkov di berdewamiyê de da zanîn, DAIŞ ligel jinavbirina serkirde û endamên wê li herêmên şer û pevçûn hene xebatên xwe zêdetir dike û “li Sûriye û Iraqê di navbera 6 hezar û 10 hezarî da endamên DAIŞê hene.”
Herwiha Voronkov bal kişand ser mezinbûna komên din ên bi DAIŞê re têkiliya wan heye û hişyarî da ku eger ew kom çalakiyên xwe yên li parzemîna Afrîkayê zêdetir bikin, encamên derkevin holê, ji bilî wê derê wê bandorê çar aliyê cîhanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin