Von der Leyen: Agirbesta li Ukraynayê divê bibe sedema astiyeke rast!

14 March 2025 09:07 0 dîtin
Von der Leyen: Agirbesta li Ukraynayê divê bibe sedema astiyeke rast!

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Von der Leyen got ku agirbesta li Ukraynayê divê bi peymaneke rasteqîn a aştiyê bi encam bibe.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen di serdana xwe ya Afrîkaya Başûr de got ku çareseriya li Ukraynayê ne tenê bi agirbestê, di heman demê de divê bi "peymana aştiyê ya rastîn" encam bide.

Von der Leyen got, "Girîng e ku em ji bo aştiyek adil û mayînde ji bo Ukraynayê bixebitin. Me li ser pêvajoya ku wê her du alî ber bi peymaneke rasteqîn a aşitiyê ve bibe, ne tenê agirbestê, nêrînên xwe parve kirin."

Piştî hevdîtinên berê yên di navbera heyetên Ukrayna û Amerîkayê yên li Ceddaya Erebîstana Siûdî de, rêveberiya DYAyê daxwaza avakirina demildest rejîmeke agirbestê kiribû. Ofîsa Serokomariya Ukraynayê derbarê encamên hevdîtinan de daxuyaniyeke hevpar a Kîev û Washingtonê belav kir û tê de ragihand ku Ukrayna ji bo pêşniyara agirbesta 30 rojî ya Amerîkayê amade ye û bi lihevkirina aliyan dibe ku ev mawe were dirêjkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 13ê Adarê de gotibû ku ew bi pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina aloziya li Ukraynayê razî ye, lê divê ev yek bibe sedema aştiyeke demdirêj û sedemên bingehîn ên krîzê ji holê rakin.