Wê karsazê Kurd bi riya kompaniya Elon Musk biçe ser heyvê û ala Kurdistanê bilind bike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê cara yekem di dîroka Kurdistanê de, xortekî Zaxoyî bi ala Kurdistanê biçe ser heyvê.
Dadvan Osmat xortekî 24 salî yê ji Zaxoyê ye, karsaz û sermayedar e ku niha li Dubey dijî, ew berî niha jî bi ala Kurdistanê derketibû ser çiyayê Everestê.
Dadvan Osmat ji K24ê re daye xuyakirin, wî amadekarî kirine û ew ê di sala 2025an de jî bi ala Kurdistanê biçe ser heyvê.
Osmat got, wî peymanek bi nirxê zêdetirî 2 milyon dolar bi kompanyaya karsazê Amerîkî Elon Musk re îmze kiriye, da ku sala bê wî bigihîne ser heyvê.
Dadvan wiha axivî: “Ez dixwazim bibim yekemîn Kurdê ku çûye ser heyvê. Ev dilxwaziya min a zarokatiyê ye û ez dixwazim ala Kurdistanê li ser heyvê bilind bikim.”
Hêjayî gotinê ye, Dadvan Osmat, wê çend rojan li ser heyvê bimîne û kompanyaya ku pê re girêbest îmze kiriye, dê cil û berg, xwarin, av û hemû pêdiviyên din jê re peyda bike.
Yekem car sala 1969an wekî mirov Nellie Armstrong û Boz Aldrin çûn ser heyvê ku ji wê demê ve gelek keştiyên fezayî yên din li ser rûyê heyvê daketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin