Wê zêdetirê 12 hezar çavdêr hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê bisopînin

10 October 2024 20:57 0 dîtin
Wê zêdetirê 12 hezar çavdêr hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê bisopînin

PeyamaKurd – Di 20 ê Cotmehê de dê hilbijartina parlementoya Kurdistanê bibe û ji bo hilbijartinê bişopînin 11 hezar zêde wê nûnerên partiyan hilbijatinê bişopînin. Yên mayî wê çavdêrên xwecîh, yên navdewletî û dîplomatîk bin ku bi tevahî jimare ji 12 hezarî derbas dike.

Ragihandina rêjeya nûner, endamên partiyan, dezge, rêxistin û nûnerên dîplomatîk yên ku wê hilbijartina Kurdistanê bişopînin, ji aliyê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê ya Serbixwe de hat kirin.

Li gor ragihandinê; li 4 parêzgehên Kurdistanê li dora 11 hezar nûnerên partiyan û ji hezarî zêdetir dezgeyên cîh, navdewletî û çavdêrên dîplomatîk wê li ser sindoqan pêvajoya hilbijartinê bişopînin.

Serokê komisyona Iraqê dadger Ömer Ahmed got ku wekî komîsyon, di asta herî bilind de xebatê dikin, dawetiye şandine temamê dezge û balyozxanan da hilbijartinê bişopînin.

Li gor rêjeyên Komîsyonê; 13 welat bi nûnerên xwe ve û ji 17 rêxistinan 1,372 kes wê hilbijartinê bişopînin. 18 torên medyayê bi 75 rojnamevanan wê li navendên hilbijartinê pêvajoya dengdanê bişopînin.