Waliyê Mûsilê: Nayê qebûlkirin ku ji Mûsilê êrîs herin ser Hewlêrê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Musatafa Kazimî bi sedema cejna Qurbanê û salvegera rizgarkirina Mûsilê ji DEAŞ ê, seredana parêzgeha Mûsilê kir, bi walî El-Cuburi û rêvebiran re civiya.
Parêzgerê bajarê Mûsilê Necm el-Cuburi di civînê de rexneyê li tedbîrên ewlehiyê an ku asayîşê kir û got; nayê qebûlkirin ku ji rojhilatê Mûsilê car din êrîş herin ser Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Li ser naveroka civînê, rojnamevan Ziyad Tariq di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di navbera parêzgerê Mûsilê el-Cuburi û kesên di civînê de munaqeşe derketiye û el-Cuburî gotiye ku li pey êrîşan an ku êrîş bi devê parlementer Waad Qado tên kirin.
El-Cuburî êrîşê bi dronan û fuzeyan ji bo ser Herêma Kurdistanê, Hewlêrê qebûl nekiriye û her weha şermezar kiriye ku çima nahêlin xelk here rojhilatê Mûsilê ser warê xwe bicîh bibe û gotiye ku van kiryaran ji aliyê parlementer Waad Qado de tên kirin.
Qado bi xwe di civînê de bûye û soz daye ku wê El-Cuburî li ser wezîfa walîtiya Mûsilê nehêle û li serê munaqeşe derketiye.
Tariq ragihandiye ku hêzên asayîşê nehiştiye munaqeşe wergere şer an pevçûnê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin